Li Makûyê rejîma Îranê dixwaze du gundan vala bike
Li Makûyê rejîma Îranê dixwaze du gundan vala bike
Li Makûyê rejîma Îranê dixwaze du gundan vala bike
Li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Makûyê, rejîma Îranê ev demeke hewl dide 2 gundên bi navê Yexilxan û Mele Hesan'ê vala bike.
Li gor çavkaniyên nûçeyan hêzên Komara Îslamî ya Îranê li navçeya Makû Bûralanê dixwazin du gundên bi navê Mele Hesen û Yexilxanê vala bikin û ji şêniyên gundiyan xwestine ku, gund biterîkînin. Hat ragihadin ku xizmetên ku ji bo wan gundan dihatin kirin jî hatine rawestandin.
Li gorî çavkaniyan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve ava her du gundan jî hatiye birîn û çend caran gundî vexwedîne navendên ewlekariyê.
Hate ragihandin ku ji wan re hatiye gotin ji ber hûn alîkariyê didin partiyên Kurd ên li dijî rejîma Îranê şer dikin, divê hûn gundên xwe vala bikin.
Hat zanîn ku ji ber zextên hêzên rejîma Îranê çend malbatên Kurd ji gund bar kirine û li cihê wan endamên hêzên rejîmê hatine bicihkirin.