Li Marsîlya, Toulouse û Strasbourgê protestoya komkujiyê

Li Marsîlya, Toulouse û Strasbourgê protestoya komkujiyê

Komkujî û êrîşên çeteyên El Qaîdeyê yên li dijî gelê Kurd, li bajarên Fransa Toulouse, Marsîlya û Strasbourgê hatin şermezarkirin. 

Komkujiya çeteyan li bajarê Fransa Marsîlyayê bi meşekê hat şermezarkirin. Meşa ji aliyê Komeleya Kurd a Mezopotamyayê ve hat organîzekirin, bi beşdariya sedan Kurdistaniyan pêk hat.

Çalakgerên ji bajarên Başûrê Fransayê beşdarî çalakiyê bûn li Qada Canabiere li hev kom bû û heta Qada Vieux-Port meşiyan. Di tevahiya meşê de belavokên li ser rewşa dawî ya li Rojava û komkujiyan, hatin belavkirin.

Kurdistaniyan bi pankart û dowîzên bi zimanên Fransî, Kurdî û Tirkî, çeteyên mîna El Nûsra şermezar kirin. Di meşê de tim û tim dirûşmên "Bimire Tirkiye", "El Nûsra ji Rojava û ji Sûriyê bicehime" hatin qêrîn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û welatiyên di komkujiya li Rojava de jiyana xwe ji dest dan, hatin hilgirtin.

Piştî meşa du saetan, li qada Vieux-Port mîtîng hat lidarxistin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Latîf ê ji Rojava axaftinek kir û xwest her kes xwedî li Rojava derkeve. Latîf da xuyakirin ku deskevtiyên Kurdan qezenç kirine, êdî kes nikare jê bigire û got, "Niha li gelek navendên Ewropayê meşên desteka ji bo Rojava tên lidarxistin. Şoreşa li Rojava tê kirin, şoreşa tevahiya Rojhilata Navîn e."

Di axaftina xwe de Latîf komkujiya li gelê Kurd şermezar kir û got, "Welatên Rojavayî piştgiriyê didin van çeteyan. AKP jî di nava vê piştgiriyê de cih digire. Divê êdî ev yek were bidawîkirin. Li dijî vê pêwîste hemû hêzên demokrasiyê têbikoşin."

Hevserokê Meclîsa Gel a Marsîlyayê Kemal Guler jî diyar kir ku ew bi gelê Rojava re di nava piştgiriyê de ne û komkujî şermezar kir. Guler, li dijî çeteyan banga têkoşîna hevpar li her kesî kir û got, "Eger her ferdek, vê komkujiya li Rojava ji zarokên xwe re venabêje, ji nifşê nû re venebêje, wî-ê ferdê ji mirovahiya xwe tiştek wenda kiriye." 

Dûre belavokên Federasyona Komeleyên Kurd li Fransayê (FEYKA Kurdistan) û Meclîsa Ciwanan a li Marsîlyayê hatin xwendin. 

Bi armanca şermezarkirina komkujiya li Rojava, Kurdistaniyên li bajarê Fransa Toulousê dijîn saet di 16.00'an de li Qada Capitolê hatin cem hev. Li gel nûnerên Meclîsa Gel a Demokratîk a Toulousê, Komeleya Çandê ya Franco-Kurde ya Toulousê, Komeleya Elewiyan a Demokratîk a Toulousê, Partiya Komunîst a Fransayê, Partiya Antî Kapîtalîst, zêdeyî 300kes amade bûn.

Beriya meşê, li ser navê Meclîsa Gel a Demokratîk a Toulousê axaftinek hat kirin û komkujiya çeteyên El Qaîdeyê yên li Rojava li dijî jin û zarokên Kurd dikin, bi tundî hat şermezarkirin.

Nûnerê Partiya Komunîst a Fransayê jî di axaftina xwe de diyar kir ku mîna berê ewê ji niha û pê ve jî heta dawiyê piştgiriyê bidin têkoşîna Kurdan. Nûner, êrîşên li dijî Kurdên li Rojava jî bi tundî şermezar kir û got, "Em weke Partiya Komunîst, heta dawiyê piştgiriyê didin Kurdan ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bike."

Li dû axaftinan, meş hat kirin. Meşa ku li Qada Capitolê destpê kir, li tevahiya kolanên qelebalix ên bajêr dewam kir û girse vegeriya Qada Capitol, li vir çalakiya rûniştinê pêk anî û dawî li xwepêşandana xwe anî.

Li bajarê Fransa Strasbourgê jî Kurdistaniyên bi heman armancê li Qada Kleber hatin cem hev, komkujiya li Rojava şermezar kirin.