Li Marsîlyayê çalakiya "Em edaletê dixwazin"

Li Marsîlyayê çalakiya "Em edaletê dixwazin"

Bi daxwaza ronîkirina komkujiya 9'ê Çileyê ya li Parîsê, ku di encamê de siyasetmedarên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin kuştin, li Marsîlayayê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de peyama "Bêdengiya we hevkariya we ye" hat dayîn.

Bi armanca ronîkirina komkujiya 9'ê Çileyê, li bajarê Fransa Marsîlyayê bi şiyara "Bêdengiya we hevkariya we ye" hat lidarxistin.

Di çalakiya bi pêşengiya jinên Kurd ên li Marsîlyayê de çalakgeran devê xwe bi banda reş girtin û bêdengiya Fransayê şermezar kirin.

Çalakger dûre gihaştin ber avahiya Walîtiya Marsîlyayê û belavokên bi Fransî belav kirin. Jinan bal kişandin ser kêmasiya rayedarên Fransayê yên di mijara ronîkirina komkujiyê de û bi daxwaza ronîkirina komkujiyê qert ji Wezareta Karên Hundir re şandin.