Li Marsîlyayê serdegirtina malan, 2 Kurd hatin binçavkirin

Li Marsîlyayê serdegirtina malan, 2 Kurd hatin binçavkirin

Vê sibehê polîsên Fransayê li bajarê Marsîlyayê ku dikeve Başûrê Fransayê di ser malek ya Kurd de girtin û 2 ciwan binçavkirin.

Li gorî agahiyan, li Marsîlyayê polîsên Fransayê di ser malekê de girtin. Hate ragihandin ku, di serdegirtinê de 2 ciwanên Kurd yên binavê Emrah û Mazlûm yên paşnavên wan nehatin zanîn, hatin binçavkirin.

Polîsan mala her du ciwana demjimêrek û nîvê lêgerîn pêkanîn û piştre terki kirin. Sê ciwanên din yên di heman malê de diman, diyarkirin ku, polîsên sivîl di ser malê de girtin û ti hincet jî nîşan nedan.

Seroka Navenda Çanda Mezopotamyayê ya Marsîlyayê Nezahat Şahîn got, ji bo ew ciwanên endamên komeleyê serbest bêne berdan parêzer girtin û li benda îzahê ne.

Zextên di demê Serok komarê berê Sarkozy li ser Kurdan heyî, di dema desthilatdariya sosyalîstan jî didomin.

Di 22’ê Gulanê li komuna Cenon ya bajarê Bordeauxê jî di ser du malên Kurdan de girtibûn. Di serdegirtina polîsên rûpûş de du Kurdên binavê F.E û A.S telîs kiribûn serê wan û ew binçavkiribûn.

Di 27’ê Tîrmehê de ciwanên Kurd yên ji Parîsê ketîn rê û ji bo tevlî xwepêşanda li Strasbourgê hatiye organîze bibin, di ketina bajar de ji aliyê polîsan ve hatibûn rawestandin. Ciwanên ku rastî êrîşa tund ya polîsan hatîn, 6 kes birîndar bibûn û 26 kes jî hatibûn binçavkirin. çalakvanek jî bi guleya plastic hatibû birîndar kirin. Piştre kesên hatibûn binçavkirin serbest hatibûn berdan.

Li gorî hesabên ANF’ê ji sala 2007’an û vir ve, bi hinek hincetên siyasî nêzî 200 Kurdan hatine binçavkirin, her wiha di sala 2011’an de komeleyekî Kurd li Parîsê hate girtin.