Li Marsîlyayê silav li berxwedana YPG'ê hat kirin
Li Marsîlyayê silav li berxwedana YPG'ê hat kirin
Li Marsîlyayê silav li berxwedana YPG'ê hat kirin
Li Ewropayê, çalakiyên Kurdistaniyan ên xwedîderketina li Rojava dewam dikin. Li bajarê Fransa Marsîlyayê bi çalakiyekê silav li berxwedana YPG'ê hat kirin û peyama "Rojava ne bê xwedî ye" hat dayîn.
Li Başûrê Fransayê bajarê Marsîlyayê nêzî 500 Kurdistanî, ji bo Rojava meşiyan. Di çalakiyê de rejîma Esad, El Qaîde û Artêşa Azad a Sûriyê hatin protestokirin.
Meş, danê êvarê li qada Canebîre ya li navenda bajêr destpê kir. Kurdistaniyên li pişt pankart bi nivîsa "Em êrîşên li dijî Rojava û ambargoyê şermezar dikin" meşiyan, dowîzên bi nivîsa "Ne El Qaîde ne jî El Esad", "Me rêya 3. hilbijartin, reya demokrasî, guherîn û azadî", "Bijî Kurdistana Azad" vekirin. Kurdistaniyan di meşê de belavok belav kirin û bal kişandin ser rola Tirkiyê ya di êrîşên li hemberî Kurdan de.
Jinên Kurd jî li pişt pankarta li ser wêneyên jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez meşiyan.
Ciwanên Kurd jî di meşê de ala mezin a PKK'ê û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin û tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî YPG" qîriyan.
Meş li qada Vîeûx Portê bi dawî bû. Li qadê li ser navê Komeleya Kurd a Marsîlyayê Serhat Êlih mafê axaftinê wergirt û ji gele Marsîlyayê xwest ku piştgiriyê bide gelê Kurd. Li dû berdevkê komeleyê Abdûllatîf Abdûllah ê ji Rojava jî da xuyakirin ku YPG bi lehengiyeke mezin li ber xwe dide û destnîşan kir ku şoreşa li Rojava pêk tê dê rêya azadiyê li Kurdistanê veke.
Li ser navê Meclîsa Gel a Kurd li Marsîlyayê Azad Colemêrgê jî diyar kir ku Rojava ne bi tenê ye û anî ziman ku gelê Kurd ê li Ewropayê dê her xwedî li Rojava derkeve.
Çalakî li dû axaftinan bi dirûşman bi dawî bû.