Li Mebrûka û Dehma pevçûn dewam dikin

Li Mebrûka û Dehma pevçûn dewam dikin

Operasyona hêzên YPG/YPJ'ê ya ji bo şikandina dorpêçiya Kobanê ji Serêkaniyê hat destpêkirin, di roja 4. de bi şer û pevçûnên dijwar dewam dike.

Operasyona hêzên YPG/YPJ'ê ya di 20'ê Îlonê de bi armanca şikandina dorpêçiya Kobanê ji rojava û başûrrojavayê Serêkaniyê hat destpêkirin, di roja çaremîn de dewam dike.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ji çeteyên DAIŞ'ê ji bo pêşî li pêşveçûna hêzên YPG'ê bigire, tank, wesayîtên zirxî, çekên giran û hêzên teqwiye ji Girê Spî û derdora wê anîne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li eniya Mebrûka û Dehma pevçûn bi dijwarî dewam dike.

Navenda Ragihandinê da xuyakirin ku di şerê 24 saetên dawî de bi dehan çete hatine kuştin. 

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di van pevçûnan de 4 şervanên YPG'ê bi lehengî şer kirin û tevlî karwanê şehîdan bûn."