Li Meerînê 5 çeteyên El Qaîdeyê hatin kuştin

Li Meerînê 5 çeteyên El Qaîdeyê hatin kuştin

Li gundê Meerîn ê girêdayî Ezazê di encama çalakiya yekîneyek YPG'ê de 5 endamên çeteyan hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG'ê hatine girtin, yekîneyek YPG'ê li gundê Meerîn ê girêdayî Ezazê li dijî komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam çalakiyek lidar xist. Çavkaniyan diyar kirin ku di encama çalakiyê de 5 çete hatine kuştin.

Çavkaniyan her wiha diyar kirin ku hêzên YPG'ê navendên ku ev 2 roj in herêma Efrînê topbaran dikin jî kirine hedef û bi tangan topbaran kirine.

Hate ragihandin ku pevçûnên li herêma gundê Qestel Cindo û Meerîn cih bi cih didomin.