Li Meksîkayê pevçûn: 11 kes hatin kuştin

Li Meksîkayê pevçûn: 11 kes hatin kuştin

Di encama pevçûna li rojhilatê bakûrê Meksîkayê qewimî de 7 polîs hatin kuştin û 4 kesên weke tetîkkêş dihatin naskirin, hatin kuştin.

Hat ragihandin ku polîs li Eyaleta Sînaloayê ketine kemîna êrîşkaran. Di encama pevçûna li bajarê Choixê qewimî de 7 polîs û 4 kesên tê gotin tetîkkêş in hatin kuştin.

Li Meksîkayê, gelek caran bûyerên kuştinê yên ji aliyê çeteyên madeyên hişber ve tên pêkanîn. Bi taybet eyaleta Sînaloayê malovaniya komên madeyên hişber dike.