Li bakurê Meksîkayê di Navenda belavkirina gazaxwezayî de teqîn pêk hat û di teqînê de 26 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Şîrketa Petroleos Mexîcanso (Pemex) ya dewletê diyar kir ku li nêzî sînorê DYA’yê li bajarê Reynosa di navenda belavkirinê ya gazaxwezayî de ku 20 kîlometre li başurê rojhilat cih digire teqînek pêk hatiye û sedema teqînê jî hêj nayê zanîn. Di encama teqînê de 26 kes mirin û 2 jê giran 46 kes birîndar bûne. Pemex diyar kir ku agirê ku du derketiye di nava 90 deqeyan de xistin bin kontrolê.
Piştî agir hemû mal û çewlîgên li dora tesîsê hatin valakirin û riya mezin ya herêmê li trafîkê hate girtin. Gelek leşker jî ji bo alîkariyê ketin nava tevgerê.
Hefteya borî di navendeke gazê ya bajarê Reynosa ya aydê şîrketa Pemex de teqîn pêk hat û 4 karker birîndar bibûn. Di 13’ê tebaxê de li eyaleta Tamaulîpas de di navendeke din a gazê de teqîn pêk hat û hate diyarkirin ku li vir mirî an jî birîndar tune ne.
Çapemeniya Meksîkayê diyar kir ku ev teqîn û agir ji ber revandina gazê ya derveyê hiqûqê ya çeteyên krîmînal pêk tînin, pêk tên.