Li Melbourne û Mannheim’ê DAIŞ hat protestokirin

Li Melbourne û Mannheim’ê DAIŞ hat protestokirin

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê li Elmanya û Awûstûralyayê hatin şermezarkirin. Li Stuttgart û Rojavayê Fransayê jî wê kon bên vedan.

MELBOURNE

Li bajarê Awûstûralya Melbourne, li ber parlamentê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê hatin şermezarkirin.

Çalakiya ji aliyê Navenda Civaka demokratîk a Kurdistaniyên li Victorya (NAV-KURD) ve hat organîzekirin, rastî eleqeyeke mezin a çapemeniya Awûstûralyayê hat.

Di dema mîtîngê de, dosyaya li ser rewşa şerê li Rojava û Başûrê Kurdistanê di navbera hêzên YPG û DAIŞ'ê, rewşa siyasî ya Kurdan û daxwazên wan a ji aliyê Komîteya Têkiliyên Derve ya NAV-KURD'ê ve hat amadekirin, pêşkêşî Serokê Senatoya Eyaleta Victorya Bruce Atkinson hat kirin.

Di axaftinên li mîtîngê de jî êrîşên DAIŞ'ê hatin şermezarkirin û banga xwedîderketina li gelê Kurd ê li Kobanê li ber xwe dide.  Her wiha ji Awûstûralyayê hat xwestin ku DAIŞ'ê bixe nava lîsteya xwe ya 'rêxistinên terorê' û navê PKK'ê tavilê ji vê lîsteyê derxîne.  Di mîtîngê de her wiha li ser mijarê belavok hatin belavkirin.

MANNHEIM

Li bajarê Elmanya Mannheimê jî meşek hat lidarxistin. Meşa ji Wasserturmê destpê kir li Paradeplatzê veguherî mîtîngê. Di meşa bi beşdariya nêzî 500 kesî de pankarta bi nivîsa "Erdogan fînanse dike, DAIŞ bombe dike" hat hilgirtin.

Di çalakiya ku peyamên Navenda Demokratîk a Kurd a Ludwigshafen-Mannheim û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve hat xwendin de, bi zimanê Elmanî belavok hatin belavkirin.

STUTTGART/BODEAUXE

Di vê navberê de wê li gelek navendan di rojên pêş de çalakî dewam bikin. Li bajarê Elmanya Stuttgartê di navbera 25-27'ê Îlonê de kon wê bê vedan û roja Şemiyê li pêşberî Hauptbahnhofê meşeke girseyî were lidarxistin.

Çalakiya kon a li Stuttgartê wê rojên Pêncşem Û Înê li Schloss Platz Boll Str. saet di navbera 12-18'an roja Şemiyê jî li Wilhelm Platzê saet di 12'an de dewam bike.

Li bajarê Fransa Bordeauxe jî wê di navbera 24-27'ê Îlonê de li ber avahiya şaredariyê kon bê vedan û di 27'ê Îlonê roja Şemiyê de li heman cihî meşek bê lidarxistin.

STRASBOURG

Li bajarê Fransa Strasbourgê jî, jinên endamên Tevgera Jinên Kurd, bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ'ê wê kon vedin. Jinan her wiha maseyeke krîzê ava kirin.

Di çalakiya ku tê xwestin ji bo Rojava, Şengal, Mexmûr û Kobanê alîkarî bê berhevkirin de, wê bala raya giştî ya Ewropayê were kişandin ser komkujiyên van çeteyan.

Kon wê di 25, 26 û 27'ê Îlonê de Place Kleber bê vedan û roja dawî jî meşeke girseyî bê lidarxistin.