Li Meletiyê doza "KCK"ê destpê kir

Li Meletiyê doza "KCK"ê destpê kir

Yekemîn rûnştina siyasetmedarên Kurd ên Meletiyê ya di nav de Hevserokên Rêxistina BDP'ê ya Meletî Gaffar Bayram û Zehra Goçen, Serokê Rêxistina BDP'ê yê navçeya Navendî Alî Eren, Sekreterê Şaxa Egîtîm Sen'ê Alî Pîro û Rêveberê ÎHD'ê Hîkmet Kapanci jî heye ya 10 kesan destpê kir.

Li Meletiyê di 19'ê hezîrana 2012'an de operasyona di bin navê "KCK”ê de pêk hatibû û di encama operasyonê de Hevserokên Rêxistina BDP'ê ya Meletî Gaffar Bayram û Zehra Goçen, Serokê Rêxistina BDP'ê yê navçeya Navendî Alî Eren, Sekreterê Şaxa Egîtîm Sen'ê Alî Pîro û Rêveberê ÎHD'ê Hîkmet Kapanci jî di nav de 10 kes hatibûn girtin. Yekemîn rûniştina siyasetmedarên Kurd li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê destpê kir. Di rûnşitinê de 10 kesên girtî, Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, rêveberên BDP'ê û ÎHD'ê û malbatên kesên girtî amadebûn.

Piştî tesbîta nasnameyan beşên îdîanameyê yên derbarê Hevserokê Rêxitina BDP'ê yê Meletî Gaffar Bayram, Serokê Rêxistina BDP'ê yê navçeya navendî Alî Eren û Rêveberê ÎHD'ê Hîkmet Kapanci hatin xwestin. Piştî re Bayram, Eren û Kapanci bi riya werger bi kurdî parastin kirin. Pişt re navber hate dayîn.

Piştî navberê Parlementera BDP'ê Sebahat Tuncel li ber edliyeyê daxuyanî da û diyar kir ku, di îdînameyê de hemû xebatkarên partiya me tên darizandin û hevalên wan di encama peywirdariyê de ev xebat kirin. Tuncel anî ziman ku, parastina zimanê zikmakî mafekî serekeye.