Li Melezgîrtê 15’ê Sibatê hate protestokirin
Li Melezgîrtê 15’ê Sibatê hate protestokirin
Li Melezgîrtê 15’ê Sibatê hate protestokirin
Li navçeya Melezgîrt ya Mûşê kompoloya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezar kirin.
Meşa ku ji aliyê BDP’a Melezgîrtê ve hate organîzekirin şaredarê Melezgîrtê M. Nuri Balci, şaredarê Konakkuranê Kemal Çetîn, nûnerên BDP’a navçeyê jî di nav de gelek kes tevlî meşê bûn. Girseya li ber avahiya BDP’ê hatin cem hev ber bi Cadeya Narîn Kale derbazî meşê bûn. Girseyê pankarta bi navê ‘Em komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin’ vekirin û her wiha bê navber dirûşmeyên ‘bijî Serok Apo, Ocalan, AKP dê hesab bide gel’ qîrkirin.
Girseya ku ji Cadeya Narîn Kale dîsa vegeriya ber avahiya navçeyê, daxuyaniyek dan. Li ser navê girseyê serokên BDP’a navçeyê Nîhat Kalin axivî û komplo şermezar kir. Kalin wiha got: “Her kes dizane ku di noqteya çareseriya pirsgirêka Kurd de Birêz Ocalan yekane muxatabe. Gelê Kurd û Rêberê wan zilmek mezin dîtin. Bedelên mezin dan. Xala ku em hatinê me mafdar derdixîne. Muxatabê vê Ocalane. Ev bi awayekî vekirî li holê ye.”