Li Melezgirtê 3 kes hatin binçavkirin

Li Melezgirtê 3 kes hatin binçavkirin

Yekîneyên Midûriyeta Polîsan serê sibê li navçeya Melezgirtê ya Mûşê di ser gelek malan de girt û di nav de Serokê BDP'ê Nihat Kalin jî heye 3 kes binçav kirin.

Yekîneyên Midûriyeta Polîsan a navçeya Melezgirta Mûşê, serê sibê hemwext di ser gelek malan de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de Serokê BDP'ê Nihat Kalin, Endamê Meclisa Giştî yê Mûşê yê BDP'yî Alparslan Kardan û welatiyê bi navê Erdal Çakar binçavkirin. Polîsan 3 kesên binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Melezgirtê. Sedema binçavkirina 3 kesan nehat zanîn.