Li Melezgîrtê ji bo zimanê zikmakî 5 hezar îmze

Li Melezgîrtê ji bo zimanê zikmakî 5 hezar îmze

Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Melezgîrtê ya Mûşê, ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî bixwazin û "Sonda me" bê rakirin 5 hezar û 750 îmze teslîmî Midûriyeta Perwerdehiyê ya Melezgîrtê kir. 

Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Melezgîrtê ya Mûşê, ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî bixwazin û "Sonda me" bê rakirin 5 hezar û 750 îmzeyên hefteyekîn kom kirin îro teslîmî Midûriyeta Perwerdehiyê ya Melezgîrtê kir. Di merasima teslîmkirina îmzeyan de rêveberên BDP'ê, endamên meclîsê û şaredarê Melezgîrtê, Nûnerên Egîtîm Senê û gelek welatiyên din amade bûn. Koma ku  heta Kolana Hunerê meşiyan, pankart û dowîzên “Em zimanê zikmakî dixwazin”, “Zimanê me rumeta me ye”, “Bê ziman jiyan nabe” vekirin. 

Li kolana hunerê Serokê BDP'a Melezgîrtê Maksut Kayretlî axaftinek kir û xwest astengiyên li pêş zimanê zikmakî rabin û sonda ku her roj li dibistanan tê xwendin bi dawî bibe. Piştî daxuyaniyê mamosteyên Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Orhan Dogan Dagistan Payçu, dersa kurdî da. Piştî dersa kurdî 5 hezar û 750 daxwaznameyên ku kom kiribûn radestî Midûriyeta Perwerdehiyê ya Navçeya Melezgîrtê kirin.