Li Melezgirtê Mala Piştgiriyê ya Orhan Dogan hate vekirin

Li Melezgirtê Mala Piştgiriyê ya Orhan Dogan hate vekirin

Li navçeya Melezgirte ya Mûşê di bin banê Şaredariyê de Mala Piştgiriyê ya Orhan Dogan û Salona Konferansê ya Mûsa Anter hat vekirin. Vekirin bi tevlîbûna sedan kesan pêk hat. Di vekirinê de Parlamenterê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy da zanîn ku, rayedarên tirk wekî li Tirkiyeyê li Sûriyeyê jî li pêş daxwaz û mafên gelê Kurd dibin asteng.

Şaredariya Melezgirtiyê ya Mûşê Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Orhan Dogan û Salona Konferansê ya Mûsa Anter bi tevlîbûna sedan kesan bi merasimekê pêk hat. Di vekirinê de Parlamenterê BDP'ê yê Agiriyê Halil Aksoy, Endam û rêveberên Meclisa BDP'ê û rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyê amade bûn. Mala Piştgiriya Perwerdehiyê û Salona konferansê ku li qada jora Kargeriya Belediyê vebû, ji aliyê sedan kesan ve hat ziyaret kirin.

Di vekirinê de Serokê BDP'a Melezgirtê Nihat Kalin diyar kir ku, gelê Kurd dixwazin di çarçoveya Xweseriya Demokratîk de xwe bi rêxistin bikin, lê ev mafê wan tê qedexekirin û astengkirin. Parlamenterê BDP'ê yê Agiriyê Halil Aksoy jî diyar kir ku, ji ber wan navê kesên wekî Mûsa Anter û Orhan Dogan li salonê û mala perwerdehiyê kirine pir keyfxweşin û xwest her kes li perwerdeya zimanê zikmakî xwedî derkevin.

'BÊYÎ OCALAN PIRSGIRÊK ÇARESER NABE'

Aksoy bal kiyand ser hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Gladyoya Tirk li Parîsê 3 jinên siyasetmedar ên Kurd qetil kirin. Heta niha Birêz Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd bi rîya demokratîk çareser bibe hewldanek mezin pêş xist. Ji ber vê yekê bêyî Ocalan pirsgirêk çareser nabe. Divê bi Ocalan re di nava şert û mercên guncaw de diyalog û hevdîtin pêk bên. Hevdîtin pêk tên, lê Serokwezîr Erdogan dixwaze li gorî xwe hevdîtinan pêş bixe û hevdîtin ji her kesî re girtî pêk bên. Erdogan dibê dema ez bi xwazim û kê bixwazim dê hevdîtin pêk bê. Lê bi vî rengî pirsgirêk çareser nabe. Em her tim di nava hewldanên aştiyê dene, lê Serokwezîr Erdogan dibe asteng. Me heta niha li hemberî zext û zordariyan serî netewand. Em ji niha û şûnde jî serî natewînin û em dixwazin bi Rêberê PKK'ê Brêz Ocalan re rûnên û pirsgrêkê çareser bikin."