Li Mêrdîn û Mûşê starta hilbijartinê
Li Mêrdîn û Mûşê starta hilbijartinê
Li Mêrdîn û Mûşê starta hilbijartinê
BDP’ê li Mêrdîn û Mûşê ji bo hilbijartinên herêmî ên 2014’an dest bi xebatê kirin.
Rêxistinên bajar û navçeyên BDP’a Mêrdînê li navçeya Qoser ya Mêrdînê hatin gel hev. Têkildarî Hilbijartinê Herêmî ên sala 2014’an li Salona Konferansê a Mala Gel ya Şêx Dawût Yalçin Kaya civîna çapemeniyê li darxistin.
Hemû rêveberên BDP’ê, endamên meclisên taxan, hemû şaredarên navçeyan û encûmen tevlî civînê bûn.
Ji Meclisa Jinan ya BDP’ê Şaziya Çelîk got, kêmasiyên dema berê yên di şaredariyên li Mêrdînê nehatine derbazkirin. Çelîk anî ziman ku, nirxê didin endamên meclisa şaredariyê, lê belê hinek endamên meclisên şaredariyan berpirsyariyên xwe bicih ne anîne. Çelîk got, pêwîste endamên meclisa şaredariyê ên dema nû bên hilbijartin berpirsyariyên xwe bizanin.
Piştî Çelîk Alîkarê Hevserokê BDP’ê Mehmet Ayhan axivî û diyarkir ku, berendamên endaman dê li gorî krîterên BDP’ê bêne hilbijartin û kesên bêne hilbijartin jî pêwîste li gorî krîterên hatine diyarkirin tevger bikin. Ayhan da zanîn ku, li bajar û navçeyan gelên xwediyê dîtin û çandên cûda hene, pêwîste di ferqa van cûdahiyan de bin. Ayhan got: “Navenda me ya Giştî krîterên ku diyarkirine ji her qadê re ne. ji bo tu qadên din krîterên cûda nayên diyarkirin .” Ayhan anî ziman ku, ew partiyekî demokratin û piştî berendam ji rayagiştî re hatin aşkera kirin, pêwîste herkes rêz nîşanî wan bide.”
Ayhan destnîşan kir ku, li Mêrdînê civakên cûda jiyan dikin û bilêv kir, “Em tevgerekî mozaîkin. Ji ber vê çendê em dê gelên li Mêrdînê jiyan dikin jî berçavan re derbaz bikîn û wisan berendamên xwe diyar bikîn. Kesê bê hilbijartin pêwîste ji gel re bixebite.”
BDP’a Mûşê jî li avahiya partiyê civînek li darxist û starta xebatên hilbijartinê da.
Serokê BDP’a Mîuşê Naîf Erol, şaredarên navçeyên Kop, Melazgir û Gimgimê, rêxistinên BDP’a navçeyan, her wiha li gel endamên meclisa şaredarî û giştî ya bajar gelek kes tevlî civînê bûn.
Serokê BDP’a Mûşê Naîf Erol da diyarkirin ku, di pêngava “Rizgariya Demokratîk û avakirina jiyana azad” BDP girîngiyek mezin dide hilbijartinên herêmî ên 2014’an û ji bo serkeftina vê jî hemû hewildanan dide. Erol got, BDP dê hêjmara şaredariyên xwe bikin du qet.
Erol bilêv kir ku, “hêjan li çar parçeyên Kurdistanên li ser Kurdan gule dibarin. Nayê qebûlkirin hêzên desthilatdar bi piştgiriya Tirkiyeyê rê li komkujiyan vekin. Gelê Kurd dê di hilbijartinên herêmî de li dijî hemû hêzên tarî û sîstema heyî tekoşîn bide û şaredariyên xwe bike du qet.”
Piştî axaftinan giştînameya ku têkildarî krîter û stratejiya hilbijartinê ya ji aliyê Navenda Giştî ya BDP’ê ve hatî aşkera kirin ji gel re hate xwendin.