Li Mêrdîn û Stenbolê pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê

Li Mêrdîn û Stenbolê pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê

29. salvegera pêngava 15'ê Tebaxê li Mêrdîn û Stenbolê bi meş û şahiyan hat pîrozkirin.

Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Mêrdînê û Meclîsa Ciwanan, li taxa Saraçoglû ya mêrdînê bi beşdariya sedan kesî meşek bi meşale lidarxistin.

Girseya gel li vê derê bi alên KCK, HPG, YPG û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta taxa Çeşmeyê meşiya. Piştî deqeyeke rêzgirtinê Nûnerê MEYA-DER'ê yê Mêrdînê Ramazan Kalkan li vir peyivî û got, "Têkoşîna bi 6 kesan re destpê kir, îro gihaşt milyonan."

ŞÎŞLÎ: Rêxistina BDP'ê ya navçeya Stenbol Şîşliyê jî, bi wesîleya salvegera pêngava 15'ê Tebaxê li parka Sîbel Yalçin a Okmeydani şahiyek lidar xist. Di şahiya bi beşdariya sedan kesî de, hunermendên Navenda Çanda Med û NÇM'ê derketin ser dikê.

Ciwanên endamên YDG-H jî, li gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK'ê, bi meşaleyan ketin qada şahiyê. 

Endamê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Şîşliyê Engîn Yardimci di axaftina xwe ya li vir de got, "Têkoşîna beriya 29 salan destpê kir, em gihand roja îro. Ji ew kesên em anîne roja îro re silav dikin."

Şahî bi stranên hunermendan heta derengiya şevê dewam kir.

BAŞAKŞEHÎR: Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Başakşehîrê, bi heman armancê li qada Newrozê ya Bayramtepeyê şahiyek lidar xist.

Li gel rêveberên BDP'ê yên bajarê Stenbolê û navçeyên wê, bi sedan kes beşdarî şahiyê bûn. Piştî meşa ciwanên YDG-H, şahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. 

Ji qada ku bi alên PKK û KCK'ê fîşekên hewayî hatin teqandin û di axaftinan de bal hat kişandin ser girîngiya 15'ê Tebaxê. Şahî bi stranên hunermendên herêmî heta derengiya şevê dewam kir.