Li Mêrdînê BDP’ê dest bi pêşhilbijartinê kir
Li Mêrdînê BDP’ê dest bi pêşhilbijartinê kir
Li Mêrdînê BDP’ê dest bi pêşhilbijartinê kir
BDP, biboneya namzetên serok şaredaran yên hilbijartinên herêmî yên 2014'an li Bajarê Mezin Mêrdîn, Qoser, Nisêbîn û Dêrikê diyar bike dest bi pêş hilbijartinan kir.
BDP, biboneya namzetên serok şaredaran yên hilbijartinên herêmî yên 2014'an li Bajarê Mezin Mêrdîn, Qoser, Nisêbîn û Dêrikê diyar bike dest bi pêş hilbijartinan kir. Delegeyên Mêrdinê li Salona Dawetê ya Şîmalê, yên Nisêbînê li Navenda Çanda Mîtanî, yên Qoserê li Salona Dawetê ya Buharayê û li Dêrikê jî li avahiya Rêxistina BDP'ê reyên xwe bikartînin. Namzetên şaredariyên Nisêbîn û Qoserê ji bo projeyên xwe vebêjin platform avakirin. Li Qoserê cîhê ku delege reyên xwe bikartînin li Salona Dawetê ya Buharayê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û panqarta "Ji Rêber Apo re azadî ji Kurdistaniyan re statu" hat daliqandin. Her wiha alên PKK'ê û BDP'ê hatin daliqandin.
'EM HEWLDÎDIN KU XEBATA DEMOKRATÎK BIDIN RÛNIŞTIN'
Bername bi rêzdariyê destpêkir. Di bernameyê de endamê Lijneya Rêvebiriya Navendî yê BDP'ê Ferhat Tarhan axivî. Tarhan diyar kir ku, di serdemek dîrokî de derbas dibin û balkişan ser girîngiya hilbijartinên herêmî û wiha got: "Bê guman em bi hêsanî nehatin van astan. Di erdnîgariya feodal û civakek biser de hatini de avakirina xebatên demokratîk hêsan nîne. Li erdnîgariya Kurdistanê di nava civakê de ferasetên ku heman xûyê xwe dispêrine heye lê şansekî me heye rêberek ku pêşiya me ronî dike û me di sedsala 21 ber bi civakek hevdemî û demokratîk dibe. kengî em bibe xwedî gotinek û di rêveberiyan de îradeya xwe diyarbikin wê demê em dikarin di hişmendiya xwe de şoreşa demokratîk û civakî pêk bînin." Tarhan diyar kir ku li heviyêne ku hezar û 113 de delege dengên xwe bikar bîne.