Li Mêrdînê ji bo serokatiya Şaredariya BDP’ê 102 serlêdan

Li Mêrdînê ji bo serokatiya Şaredariya BDP’ê 102 serlêdan

Serokê BDP’a Navçeya Mêrdînê Reşat Kaymaz diyar kir ku ji bo bajarê mezin 7 kesan û ji bo namzetiya serokatiya şaredariya navçe û navendê 102 kesan serlêdan kiriye.

Kaymaz got ku di civîna li Serokatiya BDP’a Navçeya Mêrdînê pêk aniye ji bo diyar kirina namzetan sibê wê biçine hilbijartinên pêşîn.

Kaymaz ku diyar kir ji bo serokatiya şaredariya navçe û navendê 102 kesan serlêdana partiya wan kiriye û bal kişande ser bi teybet li Mêrdînê bi teybet Kurd, Sûryanî û Mûsliman ku welatiyên bi nasname û baweriyên cuda dijîn serlêdanên endamtiyê kirine.

Kaymaz diyar kir ku encamên ku di encama hilbijartinan de derbikevin wê namzetên xwe diyar bikin û wiha got: “Hemû namzetên ji bo partiya me weke hevin. Em dixwazin hilbijartinekî demokratîk pêk were. Îradeya ku delegasyon derbixwe emê rêzê bidinê. Ji bo namzetiya serokatiya şaredariya navçe û navendê 102 kesan serlêdan kiriye. Ji bo Bajarêmezin 7 namzetên me hene.”