Li Mêrdînê kemîn û keşfên leşkerî
Li Mêrdînê kemîn û keşfên leşkerî
Li Mêrdînê kemîn û keşfên leşkerî
Li herêma Omerya ya Mêrdînê, leşkerên artêşa Tirk di bin navê operasyona "narkotîkê" de kemînan datîne û derdikevin keşfê. Hat hînbûn li nêzî 3 gundan kemîn hatine danîn.
Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku leşkerên ser bi qereqola Harbe ya li herêma Omeriya ya Mêrdînê, ev sê rojin di bin navê "operasyona narkotîkê" de li dijî hêzên gerîla yên li herêmê kemînan datînin û keşfê dikin.
Bi taybetî jî balkêşe li nêzî gundên Serêkaniyê, Çale û Talate kemîn tên danîn.
Liv û tevgera leşkerî ya li herêmê dewam dike.