Li Mêrdînê li dijî hêza operasyonê çalakî

Li Mêrdînê li dijî hêza operasyonê çalakî

HPG’ê ragihand ku, li Mêrdînê li dijî hêza operasyonê çalakî li darxistine.

Daxuyaniya ku ji aliyê Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) ve hate kirin, hate diyarkirin ku artêşa Tirk 1’ê Adarê li herêmên Sêderî, Xirba Mişka û Dadibê yên girêdayî navçeya Mîdyata Mêrdînê operasyona daye destpêkirin. Gêrîlayên me yên ku hêzên operasyonê şopandin, di demjimêr 12.00’an de li dijî hêz operasyonê çalakî li darxistine. Di çalakiyê de panzerek û wesayîtek hatin derbe kirin lê belê mirî û birîndarên leşkerên dijmin nehate zanîn.”