Li Mêrdînê li dijî operasyonê çalakiya gêrîlayan
Li Mêrdînê li dijî operasyonê çalakiya gêrîlayan
Li Mêrdînê li dijî operasyonê çalakiya gêrîlayan
Li dijî operasyonên artêşa Tirk gêrîlayên HPG’ê li Mêrdînê bi çalakiyekê bersiv da.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê daxuyaniyek nivîskî û da diyarkirin ku, operasyona 25’ê Sibatê artêşa Tirk li navçeya Nisêbînê dabû destpêkirin bi şeklê kemînan li navçeya Mezhertê didome.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Ji 1’ê Adarê û vir ve artêşa Tirk li derdora gundên Yaskê yê Mezhertê û gundê Xirbeka û Decêmê yên navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi awayê kemîn danînê didome.”
Her wiha HPG-NÇR’ê di derbarê çalakiya gêrîlayan de jî agahî da û got: “5’ê Adarê di demjimêr 01.00’an de gêrîlayên me li dijî qulîba ewlekariya qereqola Xirbê Baba ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê êrîş pêkaniye. Di çalakiyê de çeperên dijmin bi awayek bandor hatine gulebarankirin û hêjmara mirî û birîndaran nehatine zelalkirin.”