Li Mêrdînê mexdurbûna berfê

Li Mêrdînê mexdurbûna berfê

Li Mêrdîn ji ber barîna berfa ya zêde riya gelek gundan û bajarokan hatin girtin. Hat zanîn ku li Midyadê 60 kes di rêde asê man. Gundê Hanlar ê yê ser bi Midyada Mêrdînê ciwanê 25 salî ê bi navê Muslum nexweş ket ji ber ku rê hemû girtî ne nekarîn bi gihînin nexweşxanê.

Li Mêrdînê ji ber barîna berfê rê yên gelek gundan hatin girtin. Hem di gundan de û hem jî di rê yan de bisedan welatî mexdur bûn. Rêya Nisêbîn, Cizîr û Silopiyan jî hatin girtin. Rêwiyên ku li ser Riya Hevrîşmê di çun herêma federala Kurdistanê, di rê de zarokek nû hatî dunyayê û welatiyek 69 salî ê bi navê Sabrî Muhamed Dervîş di rê de bi qeyrana dil debaskir û jiyana xwe ji dest dan. Li herêmê hîna rê girtîne. Li gundê Hanlar girêdayî Midyadê ciwanê 25 salî Muslum nexweşket ji ber barîna berfa zêde nekarîn bibin nexweşxanê. Li Nisêbînê jî nêzî sed gundan ceyrana wan nînin û ji ber rêyên gelek gundan girtîne gelek nexweşxwene jî mexdurbûn.

60 GUNDÎ DI RÊ DE ASÊ MAN

Li navçeya Xîzan a Bedlîsê 60 welatiyan berî niha mehekê pezê xwe ji bo çêrînê anîne Midyadê û ji ber barînaberfê di rê de asê mane. Bi riya telefonê xwe gihandin welatiyê bi navê Reşat Acar wiha got: "Ev sê rojin em nikarîn xwarinê bidin çar sed ajalên xwe. Em xwarina xwe ji firina li bajarok digirîn. Niha ji ber rê nayê gund nanê me ber bi qedandinê ye heger wiha bi dome emê perîşan bibin. Li vêderê zarok nexweş û kal hene. Demek berya demekê em li benda alîkariyêne." Gundê bi navê Hanlar ê Midyadê ciwanê 25 salî nexweşekî girane û ji ber rê girtîne nikarin bigihînin nexweşxanê.

RÊYA DI NAVBERA CIZÎR Û NISÊBÎNÊ

Li navçeya Cizîrê a Şirnexê û navçeya Nisêbînê a Mêrdînê ji duh saetên serê sibê heya niha rê girtîne û nêzî du hezar wesayit di rêde mexdur bûne. Welatiyê bi navê Oktay Ozden ku di rê de mayî bi riya telefonê xwe gihand me got ku leşker jî hatin cihê buyerê lê hîna mexduryet di dome. Ozden da zanîn ku welatiyekê de rê de qeyrana dil derbas kir û bi wesayîtên leşkerî ji bo bigîhînin ambilansê derketin rê. Dîsan hinek welatî li ser cemedê şemitî û lingê şikandin.

LI GUNDÊ AYŞE GOKAN CEYRAN NÎNE

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji duh ve ji aliyê Şaredariyê ve bê navber paqijiya berfê tê kirin. Bajarok û gundên navçeyê ceyran nîne û pirsgirêka gîhandinê hîna di dome. Li ser mexduryeta bajarok û gundan me xwe gihand Şaredara navçeyê Ayşe Gokan. Gokhan gut ku li gorî meteoroloji yê beriya hefteyekê me di zanîbû dê befir bibare û me hişyariya wê kiribû lê dîsan jî berpirsan karê xwe bi cîh nanîn. Li navçeyê tu pirsgirêk nîne, lê li bajarok û gundan pirsgirêka ceyranê heya û em nikarîn xwe bigihînin û wiha got: "Li gorê agahiyên ku me bi riya telefonê girtine li gundên derdora Bagokê ceyran nîne, rê girtiye, nikarin xweşê xwe bibi nexweşxaneyê û cenazeyên wan di rêde maye. Ji ber girtina riyan ketin û derketina gundan rawestaye. Rêyên bejayî, navend û ji bo xizmeta gundan divê ji meteoloji agahî bigirin divê di warê ewlehiyê de rêxistinek xurt hebe. Niha li gundê beram ber mexduryetekî mezin heye. Banga me ya ji bo hemû mirovan ewe ku li hevdu xwedîderkevin."

Li alyê dinê jî riya dinavbera Cizîr û Nisêbînê de ji aliyê polîs û leşkeran ve hatiye girtin û stunê ceyranê wergerya ne. Rêyên ku hatin girtin hemû wesayîtên ku di rêdene li bende arîkariyêne.