Li Mêrdînê pêşhilbijartin bi dawî bû

Li Mêrdînê pêşhilbijartin bi dawî bû

Pêşhilbijartina ji bo diyarkirina namzetên şaredariyên Mêrdînê û yên navçeyê wê ku ji aliyê BDP'ê ve hat kirin bi dawî bû.
BDP, bi armanca diyarkirina namzetên Şaredariya Mezin a Mêrdînê û navçeyên wê Qoser, Nisêbîn, Şemrex, Stewrê, Midyad û Dêrikê ku îro pêşhilbijartin pêk anî bi dawî bû. Li Qoser û Nisêbînê piştî bernamzetên şaredariya mezin û navçeyan projeyên xwe vegotin, ji bo delege dengên xwe bi kar bînin sandoq hatin danîn. Ji bo Bajarê Mezin Mêrdînê 3 hezar 835, ji bo Qoserê hezar û 113, ji bo Nisêbînê 807, ji bo Stewrê 231, ji bo Midyadê 350, ji bo Şemrexê 108 û ji bo Dêrikê 466 delegeyan deng bi kar anîn. Piştî hejmartina dengan tê payîn ku di saetên pêşde namzetên Şaredariya Mezin a Mêrdînê, Dêrik, Qoser, Midyad, Stewrê, Şemrex û Nisêbînê diyar bibin.