Li Mêrdînê pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê destpê kirin
Li Mêrdînê pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê destpê kirin
Li Mêrdînê pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê destpê kirin
Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê starta çalakî û pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê yên Mêrdîn û navçeyan da.
Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê starta pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê da. Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Reşad Kaymaz der barê pîrozbahiyan de agahî da û diyar kir ku bi germehiya Şoreşa Rojava, 15'ê Tebaxê pîroz dikin û got: "Bernameya pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê ya bajêr û navçeyan îşev destpê dike. Dê 15'ê Tebaxê li bajaroka Mensorî, Qoser, Dêrik, Nisêbîn, Mîdyat, Şemrex û Kerborê bê pîrozkirin. Berxwedana 15'ê Tebaxê hebûna gelê kurd e. Em hêvî dikin ku gelê kurd bi vê armancê cejna neteweyî pîroz bike. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi ruhê şoreşgerî tevlî pîrozbahiyan bibin. Dê di van şahiyan de rewşa Rojava jî bê nirxandin; ji ber ku li Rojava şoreşek tê jiyîn. Ji ber cejna vejînê gelê me li rojava şoreşa neteweyî ya Kurdistanê pêk tînin. Em ê roja 15'ê Tebaxê li Qoser û Nisêbînê ji bo rojekî konan vedin."