Li Mêrdînê rewşa awarte ya leşkerî

Li Mêrdînê rewşa awarte ya leşkerî

Tîmên taybet ên artêşa Tirk li navçeya Mêrdîn Stewrê û gundên wê, bendên lêgerînê danîn.

Li navçeya Stewra Mêrdînê û gundên Awîna, Cilin, Şute û Kirkdîlekê yên ser bi Stewrê ji aliyê tîmên taybet ve bendên lêgerînê hat avakirin. Duh di saetên şev de tevgera leşkerî destpêkir, tîmên taybet bi wesayîtên zirxî li bendên lêgerînê nasnameyên welatiyan kontrol kirin. Li ketin û derketina navçeya Stewrê gelek polîs û tîmên taybet bi panzêran bendên lêgerînê ava dikin. 

Di dema avakirina bendên lêgerînê de wesayîta Serokê Rêxistina BDP'ê ya Stewrê yê berê Faraç Turay ji aliyê polîsan ve hat rawestandin û polîsan xwest li wesayîtê lêgerînê bike, Turay jî nerazîbûn nîşanî polîsan da, di navbera Turay û polîsan de alozî derket, gel ket navberê û alozî sekinî.