Li Mêrdînê rêya 50 gundan hat girtin

Li Mêrdînê rêya 50 gundan hat girtin

Li Bakurê Kurdistanê berf bandoreke neyînî li jiyana rojane dike. Li Mêrdînê bi qasî 30 santîmetreyî berfê erd girtiye û li gelemperiya bajêr rêya 50 gundan li çûn û hatinê, asê bûn.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ji ber berfa ji nîvê şevê ve dibare li navenda bajarê Mêrdînê trafîk rawestiya. Wesayîtên bê zincîr ketin ser rê jî, di rê de man. Hin wesayîtan jî, ji ber qeşayê qeza derbas kirin. Yên neçarin biçin kar jî, ji ber wesayîtên sevrîsê û mînîbusên li nava bajêr nexebitîn, bi saetan li rawestgehan man.

Hat hînbûn ku berf dê heta roja Înê bibare. Heta niha rêya 50 gundan hatin girtin. Li Stewr, Mîdyad, Kerboran û Şemrexê, ji ber berfê têkiliya gelek gundan bi navçeyan re bi kontrol tê kirin.