Li Mêrdînê rêyên 524 gundan hatine girtin
Li Mêrdînê rêyên 524 gundan hatine girtin
Li Mêrdînê rêyên 524 gundan hatine girtin
Li Mêrdînê ji ber barîna berfê ku 3 roje didome rêya 524 gundan hatiye girtin û ceryana 294 gundan jî nayê dayîn.
Waliyê Mêrdînê Ahmet Cengîz da diyar kirin ku ji ber barîna berfê rêyên 524 gundan hatiye girtin, ceryan nayê dayîna 294 gundan, di encama xebatekî berfeh de di nava 36 demjimêran de mudaxaleyî 28 ji dayîkbûnan û 309 nexweşan hatiye kirin û di dema xwe de gihandîne nexweşxaneyê.
Di daxuyaniya nivîskî ya Cengîz de tê destnîşan kirin ku ji ber barîna berfa zêde dibe ku di demek nêz de hemû rêyên çûyîn û hatînê bên girtin. Cengîz da diyar kirin ku ji aliyê Walitiyê ve maseyê qirîzê hatiye dayîn û wiha berdewam kir: “Ji bo rêyên reşahiyê vekirî bimînin 14 wesayîtên girêdayî rêyan û 8 yên Îdareya Teybet bê navber di xebitin. Rêyên 524 gundan hatîne girtin û ceryan nayê dayîna 294 gundan. Bangawaziyên ku ji bo me hatîne ku em mûdahale bikîn 10 hezar derbas kirîne.”