Li Mêrdînê zarokek hate girtin
Li Mêrdînê zarokek hate girtin
Li Mêrdînê zarokek hate girtin
6 kesên duh li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di serdagirtina malan de hatin binçavkirin jê 5 kes serbest hatin berdan û zarokê bi navê Z.D. (17) bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" hate girtin.
Duh li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di serdagirtina malan de jê 2 zarok 6 kes hatibûn binçavkirin. Di serdegirtina malan de zarokên bi navê Z.D. (17) û M.S.A. (17) û Murat Aşkan, Bîlal Altunkaynak, Enes Aldun û welatiyekî navê wî nehate zanîn hatibûn binçavkirin û piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan veguhestin Dozgeriya Kerboranê.
Piştî îfadeyên dozgeriyê zarokê bi navê M.S.A. (17) û Murat Aşkan, Bîlal Altunkaynak, Enes Aldun û welatiyê navê wî nehate zanîn serbest hatin berdan û zarokê bi navê Z.D. (17) jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya Kerboranê bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" biryara girtina Z.D. da û şand Girtîgeha Tîpa M a Midyadê.