Li Mêrdînê zarokên girtî rastî zextan tên
Li Mêrdînê zarokên girtî rastî zextan tên
Li Mêrdînê zarokên girtî rastî zextan tên
Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê diyar kir ku dinava hefteya borî de di Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve zext û lêdan li ser girtiyên zarok hatiye meşandin.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê ragihand ku dinava hefteya borî de li Girtîgeha Tîpa E a Mêrdînê de ji aliyê rêveberiya girtigehê ve zext û lêdan li ser girtiyên zarok hatine meşandin. ÎHD'ê di daxûyaniya niviskî de diyar kir ku, di enncama lêdana zarokan de hinek zarok hatine birîndar kirin, lê dîsa tên tecrît kirin hinek jî şandine Girtigeha Tîpa M a Mîdyatê.
Her wiha di daxûyaniyê de diyar kirin ku tundî û zordariyên li ser zarokan şermezar dikin. Xwestin ku di demek kurt de di der barê rêveberan de lêpirsîn bê destpêkirin.