Li Merîwanê 6 çalakên sivîl hatin binçavkirin

Li Merîwanê 6 çalakên sivîl hatin binçavkirin

Rejîma Îranê bênavber zextên xwe yên li ser gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê zêde dike.  Di vê çarçoveyê de 6 xwendekarên sivîl ên kurd hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyên ji Rojhilatê Kurdistanê hatine bidestxistin, doh hêzên girêdayî îstîxbarata Îranê ku wek Îtleatê tê binavkirin 5 çalakên sivîl li bajarê Merîwanê, bi navên Soran Danşûr, Saman Mihmud, Mehmut Konepûşî, Dawut Qasimî, Zana Muînî û herwiha kesek din heta niha jî nasnameya wê/î diyar nebûye, binçav kirin.

Piştî hêzên îtleatê ew her 6 xwendekar binçav kirin, li malê wan jî lêgerîn pêk anîn û hemû alavên wan ên şexsî talan kirine.

Hate ragihandin ku Soran Danşûr berî niha jî bi yek sal cezayê girtîgehê hatiye cezakirin