Li Mersînê di protestoya komkujiya Geverê de 10 binçavkirî

Li Mersînê di protestoya komkujiya Geverê de 10 binçavkirî

Li Mersînê polîsan dest li xwepêşandana şermezarkirina komkujiya li Geverê werdan û 6 jê zarok herî kêm 10 kes kirin binçavan.

Qetilkirina ap û birazên Îşbîlîr û Bêmal Tokçû li Geverê, duh êvarê li navçeya Mersîn Akdenîzê bi meşeke bi meşaleyan hat protestokirin.

Çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ya Mersînê ve hat lidarxistin, rastî êrîşa polîsan hat. Piştî êrîşê 6 jê zarok herî kêm 10 kes hatin binçavkirin.

Binçavkirî li Muduriyeta Emniyetê ya Mersînê û Muduriyeta Şaxê Zarokan tên ragirtin. Tê gotin ku hejmara binçavkiriyan dikare zêde bibe. Yên hatine binçavkirin jî nikarin parêzerên xwe bibînin. Her wiha hat ragihandin ku zarokên hatine binçavkirin, rastî lêdanê hatine.