Li Mersînê ji bo 5 gerîlayên PKK'ê konên sersaxiyê
Li Mersînê ji bo 5 gerîlayên PKK'ê konên sersaxiyê
Li Mersînê ji bo 5 gerîlayên PKK'ê konên sersaxiyê
Ji bo 5 PKK’yiyên di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane li Mersîn û Tarsûsê konên sersaxiyê hatin vedan û serdanên girseyî pêk hatin.
Ji bo gerîlayên PKK'ê Serdar Veysî Karanî (Xeyrî), Fîgen Dayan (Batufa), Fatma Acar (Diljîn), Gulcan Tamur (Melsa) û Halît Ekîncî (Stalîn) li Mersîn û Tarsusê konên sersaxiyê hatin vedan. Li konê ku li Taxa Şefket Sumer a navçeya Akdenîz a Mersînê hat vedan wêneyên gerîlayên PKK'ê yên jiyana xwe ji dest dane û yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her wiha alên KCK’ê û PKK’ê hatin daliqandin. Bi sedan kes ku hatin sersaxiyê rêveberên YAKAY-DER û yên BDP’ê jî amade bûn.
Li gel wê ji bo gerîlayên PKK’ê Serdar Veysî Karanî (Xeyrî) û Fîgen Dayan (Batufa) li Taxa Mîthatpaşa ya navçeya Tarsus konê sersaxiyê hat vedan. Konê sersaxiyê bi girseyî tê ziyaretkirin û hat ragihandin ku wê di rojên pêş de ji bo her pênc gerîlayên PKK'ê mewlûd bê dayîn.