Li Mêrsînê ji bo Geverê meş
Li Mêrsînê ji bo Geverê meş
Li Mêrsînê ji bo Geverê meş
Li Mêrsînê piştî kongreya YAKAY-DER'ê bi sedan kesên li hev kom bûn ji bo kuştina Mehmet Reşit Îşbilir û Veysel Îşbilir ên bi guleyên polîsan hatin qetilkirin şermezar bikin meş pêk anîn.
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Windayan a Mêrsînê (YAKAY-DER), 1. Kongreya xwe ya Awarte pêk anî. Komeleyê kongreya xwe li avahiya komeleyê pêk anî. Di kongreyê de rêveberên YAKAY-DER, BDP, endamên meclîsa şaredariyê û Şaredarê Akdenîzê, Nûnerên sazîyên sivîl ên civakî û gelek welatiyên din amade bûn. Ji ber eleqeya mezin gelek welatî li dervê salonê man. Li salona kongreyê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê mezin û alên PKK û KCK'ê hatin daliqandin. Kongreyê bi rêzgirtin û hilbijartina dîwan dest pê kir. Piştre Hevserokê BDP'a Mêrsînê Halis Deger, axaftin kir. deger anî ziman ku gelê kurd 30 salin têkoşîna azadiyê dimeşîne û di vê têkoşînê de gelê kurd 23 hezar şehîd dane. Deger, anî ziman ku ew bi têkoşîna şehîdên xwe hene û dê li vê têkoşîn û nirxên wan xwedî derkevin.
Piştî axaftinan raporên malî û xebatên hatin xwendin. Piştre hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de ji bo rêveberê Mersîn YAKAY-DER'ê Kutbettin Çetînkaya, Emine Eren, Mehmet Tahîr Nibak, Remziye Ekîncî, Abdulvahap Yilmaz, Maşallah Şakar û Serhat Olmez hatin hilbijartin.
Girseya ku tev li kongreyê bûbû, piştî kongreyê ji bo kuştina Mehmet Reşit Îşbilir û Veysel Îşbilir ên bi guleyên polîsan hatin qetilkirin şermezar bikin meş pêk anîn. Girseya ku li Komeleyê li hev kom bûn heta avahiya BDP'ê ya Akdenîzê meş pêk anîn. Bi sedan kesên tev li meşê bûn alên PKK û KCK'ê vekir û siloganên "Bijî berxwedana Gever ê", "Şehîd namirin", "Dîsa dîsa serhildan seroke me Öcalan" gotin. Piştî meşê Serokê BDP'a Akdenizê Îhsan Taş, anî ziman ku dewletê dîsa ruyê xwe yê komkujiyê li Colemêrgê da der û dê sibê saet di 12.00'an de li ber avahiya BDP'ê ya Akdenîzê çalakiyê pêk bînin. Taş xwest her kes tev li meşê bibin.