Li Mêrsînê ji du aliyan ve meş
Li Mêrsînê ji du aliyan ve meş
Li Mêrsînê ji du aliyan ve meş
Rêxistina BDP’a Navçeya Akdenizê û Nûnertiya Kurdî meşa ku ji du aliyan de pêk anîn komkujî şermezar kirin û rehîn girtina parlementerên BDP’ê protesto kirin.
Bi hezaran kesên ku di bin pêşengtiya Rêxistina BDP’a Navçeya Akdenizê û Nûnertiya BDP’a Taxa Kurdalî bi pêşengtiya Rêxistina BDP’a Bajarê Mêrsînê ku hatin cem hev çalekiya rûniştinê dan destpê kirin, komkujiyên Maraş, Roboskî, Geverê şermezar kirin û bi armanca protesto kirina serbest neberdana parlementerên BDP’yî yên girtî ji du çengên cuda heya pêş avahiya Şaxa YAKAY-DER’ê meşiyan û li vir daxuyaniyekî çapemeniyê pêk anîn.
Bi hezaran kesên ku dibin pêşengtiya Nûnertiya BDP’a Taxa Kurdalî de hatin cem hev, li vir nîv saetê çalekiya rûniştinê pêk anîn. Di çalekiyê de endamê PM BDP’ê Kenan Şen, Serokê BDP’a Bajarê Mersînê Halis Deger û rêveberên navçeyê jî beşdar bûn. Girse piştî çalekiya rûniştinê şûnde ber bi avahiya YAKAY-DER’ê ve ketin meşê. Girseyê di meşê de li gel pankartên weke “israr kirina di huquqa somûrgeyê de israra di şerdeye”, “Hemû cih Rojava ye hemû cih berxwedane”, dovizên “Gever ne bi tenê ye”, “Aşitî bi xwînê çênabe” û “Ji soykirima siyasî re ne” hatin hilgirtin. Di meşê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yê dawî ku li Îmralî kişandî hat hilgirtin, girsê li gel tîlîlî û gotina marşan li ser hev dirûşmeyên “Bê Serok Jİyan nabe”, “Roboskî ji bîr neke û nede ji bîr kirin” hatin qêr kirin.
Bi hezaran kesên ku li pêş avahiya Rêxistina BDP’a Navçeya Akdenizê hatin gel hev, ji ber 2 sal bi ser komkujiya Roboskî re derbaz bûn û hîna berpirsên komkujiyê nehatine derxisitina holê, komkujiya Geverê û serbest neberdana parlementerên BDP’ê bi çalekiyekî rûniştinê protesto kirin. Di çalekiya rûniştin û meşê de rêveberên BDP’ê yên navçe û Bajêr, Serokê Şaredariya Akdenizê M. Fazil Turk û li gel endamên meclisa şaredariyê nûnerên rêxistinên demokrasî û kedê tevlî bûn. Girseya ku li vir nîv saet çalekiya rûniştinê pêk anîn li gel wêneyê Ocalan yê li Îmralî hatî kişandin alên PKK’ê, KCK’ê û HPG’ê vekirin. Girseya ku çalekiya xwe ya rûniştinê li pêş bînaya navçê bidawî kirin ber bi avahiya YAKAY-DER’ê ve dest bi meşê kirin. Girseyê di meşê de li gel pankartên “Yên ku parlementerên me xistine di girtîgehan de bila bizanin emê wan girtîgehan bi hilweşînîn”, “Berpirsên Roboskî bila hesab bidin me ji bîr nekiriye û em ji bîr jî nakîn” li gel dovîza “Aşitî bi xwînê nabe” hilgirtin. Girseya ku li gel gotina marşan meşiyan bi lêdana tîlîlî û çepikan li ser hev dirûşmeyên weke “Silav silav ji Îmralî re hezar silav”, “Şehîd namirin”, “PKK gele gel jî li vire” û “girtiyên siyasî rûmeta mene” qêr kirin.
Girse piştî hatin pêş avahiya YAKAY-DER’ê ji yên di tekoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin pêk anîn. Pişt re jî Serokê BDP’a Bajarê Mersînê Halis Deger ku metna çapemeniyê xwend diyar kir ku bi salane kurdên ku li Rojhilata Navîn dijîn ji aliyê hêzên dagirker ve tine hatin hesibandin û Kurd li rasta talanî û komkujiyan hatin û wiha dewam kir: “Desthilatdaran li hemberî tekoşîna ku Kurdan ji bo mafê xwe didin hemû demê xwestine bi çek û kuştinê çareser bikin. Di dîroka nêz de li Roboskî qetilkirina 34 Kurdan, di sala 1920 Koçgirî, 1925’an Palu, 1930’an Agirî û Zîlan, 1937-38’an Dersim, 1943’an Ozalp, 1978’an Maraş û 1980’an li Helebce bi hezaran Kurd hatin qetil kirin.”
Deger ku nerazîbûn nîşanî serbest neberdana parlementerên BDP’ê da wiha got: “Zagona ku pêwiste ji hemû kesê re weke hev be, lê dema ku Kurd dibine mijara gotinê dîsan tê binpê kirin. Parlementerên Kurd yên ku îradeya gelê Kurdin dîsan ne hatin berdan.”