Li Mersînê meşa li dijî êrîşa li hemberî goristana gerîla
Li Mersînê meşa li dijî êrîşa li hemberî goristana gerîla
Li Mersînê meşa li dijî êrîşa li hemberî goristana gerîla
Êrîşa leşkerên Tirk a li dijî "Goristana Şehîdan a Egîd Sûrûç" a li Çiyayê Bagokê, li Mersînê ji aliyê YAKAY-DER'ê ve bi meşekê hat şermezarkirin.
Êrîşa leşkerên Tirk a li dijî "Goristana Şehîdan a Egîd Sûrûç" a li Çiyayê Bagokê, li Mersînê ji aliyê YAKAY-DER'ê ve bi meşekê hat şermezarkirin.
Nêzî hezar kesên ji bo meşê li ber avahiya komeleyê hatin cem hev, ji vê derê ber bi avahiya BDP'ê ya Navçeya Akdenîzê meşiyan. Di meşê de Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Înan Kizilkaya, rêveberiya BDP'ê ya Bajarê Mersînê, rêveberiyên BDP'ê yên navçeyan, Cîgirê Şaredarê Akdenîzê (Derya Spî) Faîk Eroglû û endamên Meclîsa Şaredariyê amade bûn.
Di meşê de bi pankartên bi nivîsa "Dest nede gora min", "Gor pîroz in, dest lê nayê dayîn", "Yên dest diavêjin gorên me, şeytanê lal e" û bi dirûşmên "Şehîd namirin", "PKK gel e gel li vir e", "Ji Rêbertî re azadî" nerazîbûn li erîşa li dijî goristana gerîla hat nîşandan. Di meşê de wêneyên Ocalan û alên KCK û PKK'ê hatin hildan.
Piştî meşê ji rêveberên YAKAY-DER'ê Îbrahîm Ozel daxuyaniyek da û got, "Di tu ol û îdeolojiyê de cihê êrîşa li goristanan nîne û yên ev êrîş kirine, ji mirovahiyê bêpar mane."
Çalakî piştî daxuyaniyê bi dirûşman bi dawî bû.