Li Mexmûrê çar gundên din hatin rizgarkirin
Li Mexmûrê çar gundên din hatin rizgarkirin
Li Mexmûrê çar gundên din hatin rizgarkirin
Li herêma Mexmûrê, gerîla û pêşmergeyan îro danê sibê li hemberî rêxistina hov DAIŞ'ê operasyon lidar xistin û di encamê de çar gund rizgar kirin. Di operasyonê de DAIŞ'ê windahiyên giran da.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li çar gundên ser bi bajarokê Baqirtê yê Mexmûrê ku 40 km dûrî Hewlêrê ye, hêzên gerîla û pêşmergeyan operasyoneke hevpar lidar xistin.
Di encama operasyona îro ber destê sibê saet di 03:30 de destpê kir de, gundên Xirbatê, Mehmûdiye, Reşîdîte û Fatîme yên ji aliyê çeteyan ve hatibûn dagirkirin, hatin rizgarkirin. Li gorî agahiyên destpêkê, gelek çete hatin kuştin, hejmareke zêde wesayîtên çeteyan ên doçka li ser û cebilxane hatin desteserkirin. Her wiha gelek wesayîtên çeteyan hatin rûxandin.
Tê payîn ku Fermandariya Berxwedana Mexmûr-Kerkûkê, der barê mijarê de daxuyaniyeke berfireh bide.
Rêxistina hov a li dijî mirovahiyê DAIŞ, roja 6'ê Tebaxê bajarokê Mexmûrê dagir kiribû û di 10'ê Tebaxê de hêzên gerîla û pêşmerge bajarokê Mexmûrê û Wargeha Mexmûrê ji çeteyan rizgar kiribûn.