Li Midûriyeta Emniyetê ya Şemzînanê teqîn

Li Midûriyeta Emniyetê ya Şemzînanê teqîn

Li navçeya Colemêrg Şemzînanê, li ber devê avahiyên Qeymeqamtî û Midûriyeta Emniyetê teqînekê rû da. Di teqîna ji ber bombeya deng de tiştek bi kesî nehat.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, duh bi şev kesên nenas bombeya deng avêtin ber devê avahiyên Qeymeqamî û Midûriyeta Emniyetê ya navçeya Şemzînanê û bombe teqiya.

Di teqîna ku rê li ber xesara madî vekir de tiştek bi kesî nehat.

Der barê bûyerê de polîsan lêpirsîn dan destpêkirin.