Rêxistina BDP'ê ya Midyadê ji bo meşa 7'ê mijdarê ku bi boneya şermezarkirina 'dîwarê şermê' tê lidarxistin, bang li hemû kesî kir ku tevlî meşê bibin.
Rêxistina BDP'ê ya Midyadê li avahiya BDP'a navçeyê bi boneya şermezarkirina dîwarê ku di navbera Nisêbîn-Qamişloyê tê çêkirin û wekî 'dîwarê şermê' tê pênasekirin, civîna gel lidarxist. Gelek welatiyên suryanî û ereb, endamê Meclisa
Partiyê ya BDP'ê Abid Durak, rêvebirên BDP'ê û gelek kes tevlî civînê bûn. Ji bo tevlibûna meşa 7'ê mijdarê dê li gund û taxan civînên gel bidomin.