Li Midyadê nêzî 400 CHP'yî derbasî BDP'ê bûn
Li Midyadê nêzî 400 CHP'yî derbasî BDP'ê bûn
Li Midyadê nêzî 400 CHP'yî derbasî BDP'ê bûn
Serokê Rêxistina CHP'ê ya Midyadê Zeynî Mete û 13 rêveberên navçeyê ji partiya xwe îstifa kirin û li gel malbat û xizmên xwe bi 380 kesan derbasî refê BDP'ê bûn. Di 3. Kongreya Awerte ya Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Mêrdîn Midyadê de, Parlamenterê Mêrdînê Erol Dora rozeta BDP'ê bi sînga endamên nû yên ve kirin.
Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Mêrdîn Midyadê, Kongreya xwe ya 3. a Awerte li avahiya partiyê lidar xist. Tevî delegeyên kongreyê û şêniyên navçeyê Parlamenterê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora, rêveberên Rêxistinên BDP'ê yên Kerboran, Stewr, Mehsert, nûnerên MEYA-DER, KCD, HDK, Komeleya çanda Suryaniyan, Komeleya Mihelmî, Komeleya Piştevaniya Selheliyan amade bûn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Reşad Kaymaz axivî û got, "Kurdistan ne tenê ya Kurdan e, ya tevahiya mirovên ji ol û zimanên cuda ye. Emê dewlemendiya axa Kurdistanê bi ziman û çanda xwe re nîşanî tevahiya cîhanê bidin."
Parlamenterê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora jî da xuyakirin ku li Midyadê Kurd, Tirk, Ereb, Suryanî, Mehelmî bi hev re weke xwiş û bira dijîn û got, "Ji bo ku her kes karibe bi zimanê xwe yê dayikê, bi nasname û bi rengê xwe bi awayekî azad bijîn tem têdikoşin. Em vê yekê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahiya gelên li Tirkiyê dixwazin."
Dora ji bo rêveçûna pêvajoya çareseriyê xwest şert û mercên ragirtinê yên Ocalan bên başkirin û got, "Armanca me azadiya Birêz Ocalan e." Dora destnîşan kir ku eger di rewşeke berevajî de şerek rû bide, dê berpirsyarê yekane hikûmet be.
Di kongreyê de, serokê Rêxistina CHP'ê ya Midyadê Zeynî Mete û 13 rêveberên navçeyê ku çend roj berê ji partiya xwe îstifa kirin, li gel malbat û xizmên xwe bi 380 kesan derbasî refê BDP'ê bûn. Parlamenterê BDP'ê Dora, rozeta endamên nû yên BDP'ê yên ji CHP'ê îstifa kirin û derbasî partiya wan bû, bi sînga wan ve kirin.
Li dû xwendin û erêkirina raporên maliye û kar, bi lîsteyekê hilbijartin hat kirin û ji bo Serokatiya Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Midyadê Feyzî Belke hat hilbijartin. Ji bo Desteya Rêveberiyê jî Hasan Erman, Şemsettîn Tûnç, Cahît Algan, Yûsûf Akyuz, Bûrhan Bayar û Yûsûf Yaman hatin hilbijartin.