Li Mîdyatê de hestiyê serê 6 mirovan hat dîtin
Li Mîdyatê de hestiyê serê 6 mirovan hat dîtin
Li Mîdyatê de hestiyê serê 6 mirovan hat dîtin
Li Gundê Heştrêkê yê Midyata Mêrdîn dema xebata çêkirina rê dihat kirin hestiyê serê 6 mirovan hat dîtin.
Hat diyarkirin ku dema cerdevanan li Gundê Heştrêkê yê Midyata Mêrdînê xebata çêkirina rê dikirin, hestiyê serê 6 mirovan hat dîtin. Têkildarî mijarê welatiyê bi navê A. Celîl Aslan diyar kir ku dema welatiyên gund xebata firehkirina rê çêdikirin, hestiyê mirovan hat dîtin û wiha got: "Dema li gund xebata firehkirina rê dihat kirin, welatiyên gund ku cerdevan jî di navde kevirên derdora rê ji bo çêkirina malên xwe dikişandin. Di xebata çêkirina rê de 2 kîsên ku hestiyên mirovan tê de hat dîtin."
Aslan anî ziman ku dema telîsên hestiyan hat vekirin di telîsan de 6 hestiyê serê mirovan hatin dîtin. Aslan da zanîn ku li ser vê bûyerê agahî dan Fermandariya Qereqola Anittepe ya Midyatê. Aslanda zanîn ku piştî rayedar hatin agahdarkirin heyeta ku ji Mêrdînê hat ji bo lêkolînê hestî birin Mêrdînê. Aslan anî ziman ku hemû welatiyên gund şahidê vê bûyerê ne.