Li Miksê ji bo 15 gêrîlayan mewlûd hate dayîn

Li Miksê ji bo 15 gêrîlayan mewlûd hate dayîn

Li navçeya Miks ya Wanê ji bo 15 gêrîlayên HPG’ê yên di 2012’an de li Şirnexê jiyana xwe ji dest dayîn mewlûd hate dayîn.

Li gundê Kisûr yê navçeya Miksa girêdayî Wanê ji bo 15 gêrîlayên HPG’ê yên di 13’ê Sibata 2012’an de li bejahiya Qilabana Şirnexê jiyana xwe ji dest dayîn mewlûd hate dayîn. MEYA-DER, Serokê BDP’a Miksê Seîd Tanriverdî, rêveberên BDP’a Wan û navçeyên wê, Komeleya Melayên Wanê  û gelek welatî tevlî mewlûdê bûn. Di mala taziyê de wêneyên gêrîlayên HPG’ê yên di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dayîn; Kenan Uruk (Bextiyar), Mehmet Turken (Demhat Şervan), Merat Karataş (Azad Çiya), Serhat Binasan (Zinyar Mordem), Selamî Kaya (Rojvan Sîpan), Gulnaz Ekîncî (Ronahî Murat), Ramazan Mustafa (Reşo Welat), Ferdane Kina (Şerda Gever), Derwêş Çakmak (Simko Amara), Bernam Ezîzîvand (Felat Zagros), Aysel Barto (Asyel Dijwar), Aygun Emîne (Zîlan Serhat), Ahmet Aktaş (Mahsun Bagok), Serwet Dogan (Gezgor Suruç), Abdulmecit Îke (Hamza Şirnak) hatin hilawistin.

Rêveberê Şaxa MEYA-DER ya Wanê Îdrîs Şaybak da diyarkirin ku, “Dîroka Kurdistanê bi komkujiyan tejiye li rexmî vê jî kurdan serê xwe netewand û nîşanda ku ji vir û pêve jî êdî dê serê xwe netewînin.” Şaybak anî ziman ku, tekoşîna tê dayîn tekoşînekî mafdare û got: “Eger em mafdar neban dê li gel Birêz Ocalan ne rûniştiban.” Şaybak destnîşan kir ku, pêşeroja me jî di destê ciwanên îro de ye û ciwan dê vê zilmê qebûl nekin.

Piştî Şaybak Serokê BDP’a Miksê Seîd Tanriverdî axivî û da diyarkirin ku, ji 15 gêrîlayên jiyana xwe ji dest dayîn 2 ji wana bi saxî ketine destê leşkeran û di encama îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dane. Ji bo carek din komkujî neyên jiyan kirin pêwîste em bibin yek.