Li bajarê Îskenderiye yê Misirê avahiyek nû hatibû çêkirin, hilweşiya. Di encamê de 10 kes jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tenduristiyê ragihand ku 5 kes hatine rizgarkirin, lê cenazeyên 10 kesên di bin kavil de hatine dîtin. Hêjayê gotinê ye ku bûyerên hilweşîna avahiyan li Misirê gelek caran diqewimin.