Li Misirê li hemberî hemû xwepêşandan û nerazîbûnên gel, lê Serokkomar Muhemed Mursî dest ji riga xwe ya referandûma makeqanûna nû bernade. Ji bo referandûmê tenê 48 saet mane, aloziya di navbera her du aliyan de didome.
Bi hinceta ‘kêmaniya dadgerên dê çavdêriyê bikin’ şans tune ye ku muxalîf beriya referandûmê li du herêmên ku lê bi hêzên propagandayê bikin.
Çend roj beriya referandûmê ciwanek Qibtî yê Xirîstiyan bi hinceta “filmê bi navê Masumiyeta Misilmanan belav kiriye’ li rastî cezayê girtîgehê hat.
Ev yek jî nîşan dide ku Mursî jî mîna hukûmeta Tirk a AKP’ê darazê dike qûrbanê polîtîkayên xwe yê navxweyî.
Serokomar Muhemed Mursî ku endamê Birayên Misilman e, naskirina rayeyên taybet ên ji xwe ji holê rakir, lê belê qet dest ji rika xwe ya ji bo dengdana makeqanûna nû bernade.
Ev yek jî dihêle ku aloziya li welêt berdewam bike. Referandûm dê roja şemiyê pêk bê. Muxalîfan bang li gelê Misirê kir ku ji referandûmê re bêjin “Na.”