Li Misirê biryara feshkirina parlamentoyê hat erêkirin

Li Misirê biryara feshkirina parlamentoyê hat erêkirin

Dadgeha Îdarî ya Bilind a Misirê, biryara derbarê feshkirina parlamentoyê erê kir.

Dadgeha Makeqanûnê ya Misirê, bi biryara xwe ya ku di meha hezîranê de dabûn de diyar kir ku hilbijartinên parlamentoyê ku li welat pêk hatin li dijî hiqûqê ne û biryara feskirina parlamentoyê dabû. Birayên Musliman ku piraniya parlamentoyê di destê wan de ye, li Dadgeha Îdarî ya Bilind îtîraz kiribû.

Serokomar Mihemmed Mursî jî di 8’ê tebaxê de giştînameyek weşandibû û bi giştînameyê re biryara feshkirina parlamentoyê şûn de kişandibû. Artêaş ku desthilatî di destê wan de ye, biryara Mursî ‘cemidand’ û giştînameyeke ku hemû raye di destê wan de ye weşandibû.

Dadgeha Îdarî ya Bilind duh li welat derbarê biryara feskirina parlamentoyê ku rê li ber krîzên siyasî vekiribû, gotina dawî got. Dadgehê biryara Dadgeha Makeqanûnê ya ji bo feskirina parlamentoyê dabû erê kir. Dadgehê bi hinceta ku hilbijartin li dij hiqûqê pêk hatiye, biryar erê kir.