Pitşî xwepêşandanên bi hefteyan in li Misirê berdewam dikin, Serokkomar Muhemed Mûrsî neçar ma ku gav paş de biavêje. Mursî ragihand ku wî biryarnameya 22’yê mijdarê aşkere kiribû û rayeyên serokkoar zêde dikir şûnde vekişandiye.
Lê israr dike ku referandûma makeqanûnê 15’ê berfanbarê pêk bê. Ev pêngava ku Mursî şûnde avêt rizgarkirina referandûmê, tîne bîra mirov û li gorî çavdêriyan Mursî dixwaze rayeyên xwe yên demkî bike qûrbanê referandûmê.
Ger referandûm pêk were, dibe ku makeqanûna Mursiyê ku di encama hilbijartineke ku nîva gel beşdar bû de hate hilbijartin, ji aliyê gel ve neyê qebûlkirin.
Li Misirê bi dehhezaran li ber avahiya Koçika Serokkomartiyê li hev kom bûn û xwestin ku biryarnameya rayeyên Mursî xurt dike û pêşnûmeya makeqanûna nû şûnde were vekişandin. Xwepêşandêrên muxalîf piştî pevçûnên mezin şibakên li ber koçika Mursî jî derbas kirin û nêzîk koçik jî bûn. Ev xwepêşandanên ji aliyê rêxistin û derdorên laîk, lîberal û Xristiyanan ve tê lidarxistin, hiştin ku Mursî di koçika xwe de asê bimîne. Mursî rêberên muxalîfan roja şemiyê vexwendibû civînekê. Gelek aliyên muxalîfan ev civîn jî protest kirin û beşdar nebûn.
Mursî ragihand ku wî biryarnameya 22’yê mijdarê aşkere kiribû û rayeyên serokkoar zêde dikir şûnde vekişandiye. Lê israr dike ku referandûma makeqanûnê 15’ê berfanbarê pêk bê. Ev pêngava ku Mursî şûnde avêt rizgarkirina referandûmê, tîne bîra mirov û li gorî çavdêriyan Mursî dixwaze rayeyên xwe yên demkî bike qûrbanê referandûmê.
Ger referandûm pêk were, dibe ku makeqanûna Mursiyê ku di encama hilbijartineke ku nîva gel beşdar bû de hate hilbijartin, ji aliyê gel ve neyê qebûlkirin.