Li Misirê gotûbêjên encamên referandûmê

Li Misirê gotûbêjên encamên referandûmê

Hat angaştin ku di tûra yekemîn a referandûma makeqanûna Birayên Misilman a Misirê pê hat de piraniya gel dengê “Erê” bi kar aniye. Muxalîfên ku li dijî vê makeqanûnê ne ragihandin ku ji sêyan yekê muxalîfan dengê “Na” bi kar anîne.

Duh li Misirê referandûma makeqanûna nû ya ji aliyê Serokkomar Mursî ve hatiye qebûlkirin pêk hat. Di tûra yekem de ji sedî 38’ê hilbijêran çûn ser dindoqan. Di tûra yekem a referandûmê de ku li paytext Qahîre û Îskederiye û eyaletên din ên welêt pêk hat ji 25 milyonan 8 milyon û 176 hezar kes çûn ser sindoqan.

Alîgirên Birayên Misilman a ku Serokkomar Muhemed Mursî jî di nav de ye, îdîa dikin ku 4,6 milyonan dengê “Erê” û 3,5 milyonan jî dengê “Na” bi kar anîne.

Lê Eniya Rizgariya Neteweyî ya Muxalîfan dibêje ku ji sêyan yekê hilbijêran dengê “Na” bi kar anîne.

Encamên fermî yên hilbijartinê dê piştî tûra duwemîn a hilbijartinê ku dê roja şemiya hefteya tê pêk bê, bên aşkerekirin.