Li Misirê hejmartina dengan dest pê kir

Li Misirê hejmartina dengan dest pê kir

Dengdana di hilbijartina serokkomartiyê ya Misirê de di roja duwemîn de bi dawî bû. Gelê Misirê piştî hilweşandina rejîma Husnî Mubarek cara yekemîn çûn ser sindoqên hilbijartinê û duh jî dengdan berdewam kir. Rêjeya beşdarbûna hilbijarin ji li gorî dihat payîn zêdetir bû û tê payîn ku encamên hilbijartinê herî zû roja sêşemê aşkere bibin.

13 berbijarên serokdewletiyê ku jin di nav de tune ne di pêşbaziyê de ne. 15 meh piştî hilweşîna desthilat Husnî Mubarek, cara yekemîn hilbijartin li Misirê bi dawî bû.

Di hilbijartinê de 13 berbijar dikevin pêşbaziyê û dê laîk, Îslamî, şoreşger û alîgirên Mubarek bêne hemberê hev. Ji 13 berbijaran 5 jê ji aliyê partiyên siyasî ve tên destekkirin, 8 ên din jî serbixwe ne.

Ji namzedên ku di rêza pêş de ne; Ehmed Şefik (fermandarê berê yê yên Hewayî, piştî xwepêşandandan bibû serokwezîr), Amr Musa (Serokwezîrê Berê û rêberê berê yê Komkara Ereban), Muhemmed Mursî (Serokê Partiya Azadî û Dadê ya Birayên Misilman), Ebdulmuneym Ebul Futuh, Muhammed el Awa, Hişam el Bastawisi, Ebu el-îz Elî el-Hariri; Xalid Eli (çepgir), Hamdin Sabbahi.