Li Misirê hilbijartina serokkomartiyê

Li Misirê hilbijartina serokkomartiyê

Li Misira ku Parlemento ji aliyê artêşê ve hatiye dorpêçkirin, duwemîn tûra hilbijartinê ya Serokkomartiyê dest pê kir.

Gelê Misirê dê yek ji Serokwezîrê berê yê hikûmeta rûxayî ya Husnî Mubarek Ehmed Şerîf û berbijarê Birayên Misilman Muhemed Mursî hilbijêre. Di tûra yekemîn de Muhemed Mûrsî û Ehmed Şerîf bi ser ketibûn.

Li gorî qeydan, dê 50 milyon Misirî deng bidin û karûbarê dengdanê di demjimêrên danê sibê de dest pê kirin. Dengdan dê heta demjimêr 19.00 berdewam bike û encam jî dê di hefteya pêş de aşkere bibe.

Hilbijartin di demek ku bi biryara dadgeha makeqanûnê parlemento hatiye feshkirin pêk tê. Dadgehê ji bi hinceta partiya Birayên Misilman û Partiya El Nûr, ku bibûn partiyên yekem û duwemîn, qanûnan bin pê kirine, biryara feshkirina parlementoyê da û rê li ber namzediya Serokdewletiya Ehmed Şerîf jî vekir.

Piştî biryara dadgehê, Konseya Bilind a Leşkerî ya Misirê peywira parlementoyê dewr girt û muxalîfan jî biryarê weke “derbe” bi nav kirin û daketin Qada Tehrîrê.