Li Misirê li gel nakokiyan referandûm

Li Misirê li gel nakokiyan referandûm

Piştî hilweşîna rerjîma Husnu Mubarek, Misir dest bi referandûma makeqanqûnê ku muxalîf dibêjin ‘gel hemû temsîl nake’ û li dijî wê derdikeve, kir.

Karûbarê dengdana referandûmê li paytext Qahîre, Îskenderiye û bajarên din ên Misirê demjimêr di 08.00 de dest pê kir. Di asta yekemîn a referandûmê de dê ji 51 milyon û 333 hezar hilbijêran, 25 milyon hilbijêr bikarin dengên xwe bi kar bînin. Beşa din a referandûmê dê 22’yê kanûnê pêk bê.

Referandûma makeqanûna li gel tedbîrên berfireh ên ewlekariyê tê kirin. ji bo vê 130 hezar polîs û 120 hezar leşker hatine peywirdarkirin. Karûbarên dengdanê dê heta saet 19.00 berdewam bike.

Muhemed Mursî û Birayên Misilman bang dikin ku ji referandûmê re dengê “Erê” bi kar bînin. Lê tê diyarkirin ku referandûm rê li ber krîzek nû ya siyasî vebike. Muxalîf jî dibêjin “gel hemû temsîl nake” û banga karanîna dengê “Na” dikin.